|
Sazî
Projeya Mafên Mirovan a Kurdî (PMMK) ku di sala 1992'yan de li Lodonê hate damezirandin, saziyeke mafê mirovan a serbixwe û derî hikûmetan e. Damezirînerên wê ji kesên mîna hiqûqnas, akademîsyen, niwînerên dêran, bijîsk û ji kesên xwedî pîseyên cur bi cur pêk tê ku tev jî dixwazin di warên mafên mirovan de pêsveçûn çêbibin. Proje ji aliyê hiqûqî ve hatiye tescîlkirin ku ji bo sûd û kelka gelemperî dixebite. PMMK, bêyî ku li nêrîna siyasî, zayend, ol an jî nîjadê binêre, xwe bi temamî weqfî parastina mafên wan mirovan kiriye ku li Iraq, Îran, Sûriye, Tirkiye û herêmên Kurdan ên li Kafkasyayê dijîn. Armanc
- Zêdekirina hestyariya li ser mijarê - Dawîanîna li binpêkirina mafan ên li van welatan ku Kurd duçarî wan dibin - Li her cihî pêsvebirina parastina mafên Kurdan Çalakî
- Sopandina verastkirin û çespanên hiqûqî, yên Rewsa Awerte jî tê de - Besdarîkirina li heyetên sopandina bûyeran û bidestxistina delîlan, di çaxê dozên li dadgehan de sandina çavdêran, der barê Kurdan de vekolandina binpêkirina mafên mirovan û amadekirina raporan - Der barê mercên xerab ên li herêmê de, kirina xebatên ji bo balkisandin û hestyarkirina saziyên wek Parlementoya Ewrûpayê, Civata Parlementerên Konseya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî û gelek saziyên din ên nav hikûmetan - Xebatkirina bi saziyên mafên mirovan ên serbixwe re ku di heman warî de çalakiyan dikin; hevkarîkirina bi hiqûqnas, rojnameger û têkildarên bi mafên mirovan re; alîkarîkirina bi kesên ku dixwazin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê bidin; der barê mekanîzmayên cîgehî yên mafên mirovan de, dana semîneran û kirina sêwirmendiyê - Sandina raporan ji wan komîteyên ku bi mebesta kontrolkirina bê ka hikûmet rîayetî peymanan dikin an na, da ku mercên xerab û zor ên Kurd tê de dijîn bi wan bidin hisandin.
|